160 sayfa. 13x21 cm
"Xatûna jinebî û Keleşê sêwî li welatê ku roj bi roj ji dîrok û çanda xwe ve dûr diket. Li şûnwar û keleporiya şaristaniyan, bi çanda leşkerî û zorê, ya ji bo wan nû, ku ji aliyê beyaniyan ve li war û welatê şaristaniyan dihate misogerkirin. Ew çanda ji bo wan beyanî û xerîb, ya bi xwe re, nakokî û dijwarî di jiyanê da diafirandin. Ew pergala ku bi guhertina olî re, bira bi destê bira didane kuştin. Her weha mirovên ku ji dê û bavekî bûn jî, bi qelibandina olî re, ji hev re dibûn neyar. Di heman demê de, dibûn qesasê hev. Lewre bêbawerî û sîtemkarî serdest û desthilatdar bû. Lê dîsa jî Xatûn û Keleşê sêwî di jiyanê de, ji xwe re li cihekî ewle digeriyan. Lê bi mîrat û şûnvemayiyên ji bav û kalan, debara xwe di tenêtiya jiyanê de, weke dayik û kur li hev par ve dikirin.
Xatûnê bi tîtaliya bejna Keleşî re, hêviyên xwe mezin dikir û dilorand. Ango hebûna Keleş sebr û aramî didane Xatûnê.