416,00 TL
Mirov dikare piştrast û bê dudilî bibêje ku, sedsala nozdehan di dîroka kurdan de (Sedsala Kurdnasiyê) ye. Di wê sedsalê de, kurdnasî aDevamını oku
Tek kitap kargo ücreti: 139.00 TL (KDV dahil)
2 ve daha fazla kitap: 159,00 TL (KDV dahil)
Satıcı aracılığıyla gönderilir
Güvenli işlem
Ürün Özellikleri
Açıklama
Mirov dikare piştrast û bê dudilî bibêje ku, sedsala nozdehan di dîroka kurdan de (Sedsala Kurdnasiyê) ye. Di wê sedsalê de, kurdnasî an jî Kurdology gihiştibû asta xwe ya herî bilind. Helbet gelek faktor li pişt guhdana ewropiyan ji gelê kurd û zimanê kurdî re hene, berî hemûyan jî tevgera misyoneriyê li ser xaka Kurdistanê ye. Wek tê zanîn, rahib û misyonerê domenîkî yê îtalî Maurizio Garzoni (1734-1804) yekemîn berhema ewropî li ser zimanê kurdî nivîsiye. Wi, sala 1787an kitêba xwe ya navdar (Grammatica e vocabolario della lingua kurda (Gramer û Ferhenga Zimanê Kurdî) li Romayê paytexta Îtalyayê çap kiriye. Wî bi vê kitêba xwe cihekî berz û bilind di tarîxa kurdan û kurdnasiyê de bi dest xistiye, heta ku ew mîna Bavê Kurdo- logiyê (Father of Kurdology) tê naskirin û ev berhema wî yekemîn mukurhatina li ser bingehekî zanistî ye ku zimanê kurdî zimanekî resen e. Garzoni û pêşboriyê xwe Domenico Lanza (1718-1782), û her weha peyrewê xwe Giuseppe Campanile (1762-1835), ku herdu jî îtalî
272 sayfa. 13.5x21 cm.
Mağaza Yorumları