Kovara Felsefê - Felsefevan Sayı: 1
50,00 TL
Daxuyaniya Hejmara Yekem ya Kovara Felsefevan Merheba ji we re… Bi hejmara xwe ya yekem, em li pêşberî we ne. Demeke dirêj e ku me diDevamını oku
Satıcı aracılığıyla gönderilir
Güvenli işlem
Ürün Özellikleri
Açıklama
Daxuyaniya Hejmara Yekem ya Kovara Felsefevan
Merheba ji we re…
Bi hejmara xwe ya yekem, em li pêşberî we ne. Demeke dirêj e ku me dixwest em bi zimanê xwe ê şîrîn, kovareke xwerû bi kurdî û kurmancî ya felsefeyê biweşînin, lê mixabin heta a niha me îmkaneke wiha peyda nekiribû. Lew re ev daxwaz wisa demeke dirêj, di hişê me de weke xewnekê mabû. Lê qasî beriya du-sê mehan me biryara xwe da ku em kovareke felsefeyê ya xwerû bi kurdî biweşînin.
Guman tê de nîne, ku bar barekî giran e û pêdivî bi zanîn û têgihiştineke kûr heye û lwema ev kar, bar û berpirsiyariya me girantir jî dike. Li gel hemû astengî û dijwariyan em baş dizanin ku avêtina gava pêşîn, gelekî girîng e û bêguman, bi demê re em pêbawer in ku dê di zimanê kurdî de berhevdanek baş ya zanyariyên felsefî û zanistî pêk were. Di vî warî de, meyl û bala xwînerên kurdî hêviyên me her geş dikin û wêrekiyek bêpeyan didine me. Weke zanîna we ye ku felsefe û zanist jî, di jiyana mirovî de qasî wêjeyê xwediyê roleka girîng in û di
128 sayfa. 16x24 cm.