Melanasî : Melayê Cizîrî Û Mîrasa Wî
960,00 TL
Melayê Cizîrî digel şairtiya xwe di şecaet û wêrekiyê de jî dersek dide me û jixwebaweriya me ya wendabûyî cardin dihêne bDevamını oku
Tek kitap kargo ücreti: 139.00 TL (KDV dahil)
2 ve daha fazla kitap: 159,00 TL (KDV dahil)
Satıcı aracılığıyla gönderilir
Güvenli işlem
Ürün Özellikleri
Açıklama
Melayê Cizîrî digel şairtiya xwe di şecaet û wêrekiyê de jî dersek dide me û jixwebaweriya me ya wendabûyî cardin dihêne bîra me ku bêtirs qiyasa xwe bi giregirên şi’rê re dike. Çimku dizane ku di iqlîmê suxen de mîr, di şi‘rê de cihangîr ew e. Lewma jî Mela ji bo ku fesahet û belaxeta xwe nîşan bide ji şairên Şîrazê meydan xwestiye çi Hafizê Şîrazî çi Se‘dîyê Şîrazî çi jî Celalê Tebîb ê Şîrazî… Piştî vê yekê di me de ev fikir hasil bû ku şiara vê xebatê diviya ev beyta meşhûr biba ku wiha ye; Ger lu’lu’ê mensûr ji nezmê tu dixwazî Wer şi‘rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet Belê, ev pirtûk li ser Melayê Cizîrî û Mîrasa wî ava bûye ku bi nêrîneke akademîk ji bîst û şeş nivîsaran pêk hatiye. Ji van nivîsaran her yekê, helbestên Melayê Cizîrî li gorî pîvanên edebiyat, dîrok, zimannasî, antropolojî û sosyolojiyê analîz kirine. Her nivîsareke vê berhemê ji pencerekeyeke din ve li hunera Mela nihêriye û nirxandiye ku ew
493 sayfa. 16x24 cm.
Mağaza Yorumları